Hewlêr (ZNA) - Parlamentoya Iraqê pêşinyara şandina mûçeyê fermanber û Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê pesend kir.
Parlamentarê firksyona PDKê Rêbwar Hadî ji Parlamentoya Iraqê di daxuyaniyekê de ragehand ku, niha parlamentoya Iraqê ew pêşinyara ku, ji aliyê komîteyeke taybet ve hetbû pêşkêşkirin derbarê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge di çarçoveya madeya 10 a projeyasaya bûdceyê de pesend kir.
Herwiha da zanîn ku, piştî pesendkirina wê pêşinyarê niha şandina mûçeyê fermanber û Hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve misoger bûn û tê cîbcîkirin.
3169 car hatiye dîtin |