English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-23 [01:49 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Parlementereka Fransa, ku niha li Rojavayê Kurdistanê ye, dibêje, dê daxwaz ji Fransa bikin firrîna firokeyên şer û serbazî bi ser Rojavayê Kurdistanê de were qedexekirin da ku ew der bibe herêma dijfirrîn

Televîzyona K24 ragihandiye, şandeka Fransî ku di nav parlementera Fransî ya bi navê Mathilde Panot jî, çûye Rojavayê Kurdistanê da ku rewşa wir ji nêzîk ve bibîne û bişopîne.

Wê parlementera Fransî ji K24 re gotiye, dema ew vegerin Fransa dê daxwaz ji hikûmeta Fransayê bikin firrîna firokeyên şer û serbazîn bi ser deverên rojhilat û bakûrê Sûriyê de were qedexekirin da ku ew der aram bimîne.

Mathilde Panot her wiha gotiye, divê welatên din yên Ewropî jî piştevaniya Fransa bikin da ku herêma dijfirrînê li Rojavayê Kurdistanê çêbibe.





2287 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad