English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-20 [10:28 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Bi hewldanên cîgirê serokê parlamentoya Iraqê Beşîr Hedad ve ji naha û pê de rênmayiyên nav balefirgehên xetên esmaniya Iraqê, bi zimanê kurdî jî dê bên pêşkeş kirin.

Li gor daxuyaniyeke ofîsa ragehandina cîgirê serokê encûmena nûnerên Iraqê Dr. Beşîr Hedad, Hedad li Bexdayê pêşwazî li rêveberê xetên esmanî yê Iraqê Ebas Nasir kiriye.

Li gor heman daxuyaniyê di hevdîtinê de guftûgoya hemahengi û alîkariya hevbeş dinavbera saziyên dewletê û desthilata yasadananê de hatiye kirin, ku xizmet ji hemwelatiyan re bê kirin û çaksaziyên fermangehên xizmetê hatine gotûbêj kirin.

Beşîr Hedad daxwaz ji rêveberê xeta esmanî ya Iraqê kiriye, ku ji naha û pê de rênmayiyên nav balefirgehên xetên esmanî de bi zimanê kurdî jî bê pêşkeş kirin û pêdaçûn bi nirxê biletên balefirên di navbera balefirxaneyên herêma Kurdistanê û Iraqê de bê kirin.

Daxuyaniya ofîsa cîgirê serokê parlamentoya Iraqê de hatiye gotin, Ebas Nasir mecîd razîbûna xwe li ser pêşkeş kirina rênmayiyên nav balefirxaneyên xeta esmanî ya Iraqê bi zimanê kurdî diyar kiriye.





3163 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad