English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-18 [10:30 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) piştî êrîşa Minbicê bi daxuyanîyekê ragihand ku ewê operasyonên leşkerî yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) berfirehtir bikin.

HSDê îro înê bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku wê operasyonên wan ê dijî DAIŞê berdewam bikin. Herî dawî roja çarşemê, di êrîşeke xwekujî ya DAIŞê li Minbicê de 16 kes hatibûn kuştin. Di wê êrîşê de 4 leşkerên Amerîkî jî hatibûn kuştin.

HSDê di daxuyanîyê de da zanîn ku ewê bi alîkarîya koalîsyona bi pêşengîya Amerîka bermayiyêyn DAIŞê bi temamî ji holê rakin.

Koalîsyona Navdewletî ya dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike li Sûrîyê di şerê dijî AIŞê de bi HSDre hevkarîyê dike. Heta niha gelek bajar û navçeyên di bin kontrola destê DAIŞê dabûn ji destê DAIŞê hatine derxistin.





2371 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad