English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-16 [05:21 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê li rojhilatê Firatê axivî û aşkere kir ku divê hêzên rejimê vegerin rojhilatê Firatê.

 Malpera Rûsyayê Spûtnîkê belav kiriye ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey derbarê biryara vekişandina hêzên Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê û hin navçeyên Sûriyê gotiye  ku Amerîka gelek caran dibêje, ew dê vekişin û di encamê de ew venakişe û dimîne û got, divê aliyên Sûriyê bê destêwerdana derve, pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Herwiha divê hêzên rejima Sûriyê vegerin Rojavayê Kurdistan û hêzên kurdî herêmên di destê wan da ne radestî hêzên rejima Beşar Esed dikin.

Li aliyê din çavkaniyên herêmî aşkere dikin ku hêzên rejimê li dorûbera Minbicê bi cî bûne û gelek leşker li wê herêmê bi cî kirine.

 





2317 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad