English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-14 [10:23 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Amerîkayê Donald Trump gefê li Tirkiyê dixwe û radigihîne, heger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyê bike, dê aboriya Tirkiyê were jinavbirin.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump di tora xwe ya civakî Twitterê re ragehand: “Heger Tirkiye êrîşî Kurdên Sûriyê bike, dê aboriya Tirkiyê were jinavbirin.” Herwiha amaje bi wê yekê kir, ewê herêmeke ewle bi kûrahiya 20 Miles (dora 32 K.M) li bakurê Sûriyê ava bike.

Trump got, Rûsya û Îranê gelek sûd ji siyaseta Amerîka ya jinavbirina DAIŞê dîtîne. Herwiha got ku wan jî sûd jê dîtiye, lê dem hatiye ku hêzên wan vegerinîn Amerîka û dawiyê li şerê bêdawî bînin.”

Piştî biryara Trump a vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê di meha borî de, Tirkiyê hêz li ser sînor kom dikir û amadehiya destpêkirina operasyonekê li ser Rojavayê Kurdistanê dikir.

Lê rayaderên payebilind ên Amerîkî û ji nava wan Şêwirmendê Asayişa Netewî yê Amerîkayê John Bolton got, Amerîka bê parastina Kurdan ji Sûriyê venakişe.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyp Erdogan jî rexne li daxuyaniyên Bolton girtin û red kir pê re hevdîtinê bike, dema di hefteya borî de bi serdanekê li Tirkiyê bû.





5716 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad