Hewlêr (ZNA) - Çavkaniyek ji Gencîneya ser bi Wezareta Darayî û Aboriya Herêma Kurdistanê ragehand ku, roja Sêşemê mûçeyê meha 10 ê sala 2018 ên du wezaretan tê dabeş kirin.
Li gor vê çavkaniyê, biryare roja Sêşemê 15.1.2019 mûçeyê Wezareta Dad û Wezareta Karûbarên civakî bêne dabeş kirin.
Herwiha da zanîn ku, li gor wê biryayrê mûçeyê kêmendaman jî tê dabeş kirin, herwiha biryare sibe jî mûçeyê Wezareta xwendina bilind û lêkolînên zanistî jî dabeş bibin.
3466 car hatiye dîtin |