English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-13 [09:19 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê derbarê rewşa hêrêm Kurdistanê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Îro êvarî Emîndarê Giştî yê Pêşmergeyên Herêma Kurdistabê Cebar Yawer, derbarê vegerîna Pêşmergeyan bo herêmên dereveyî îdareya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Caber Yawer di daxuyaniyê de wiha gotiye: Hinek nûçe liser navê me hatine belavkirin ku wê Pêşmerge vegerin navçeyên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Heta aniha di navbera Wezareta Bergiriya Federalî ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge’de ti rêkeftin û civîn derbarê vê meseleyê de pêk nehatiye.”

Herweha Yawer amaje bi wê yekê jî kiriye ku bo vegera Pêşmerge ti biryareke fermî di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de tuneye. Belkî bo jinavbirina terorîstên DAIŞê li Kerkûk, Diyalaî Mexmûr, Mûsil, Selehedîn operasyonên hevbeş di navbera hêzên Iraqî û Pêşmergeyên Kurdistanê bê encamdan û ew li benda wê yekê ne di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê de mekanîzmek pêk were û liser vê babetê civînên fermî çêbibin.





2386 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad