English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-13 [08:17 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Rûsya pêwîst dizane ku hêzên rejima Beşar Esed vegerin Rojavayê Kurdistanê.

 

Malpera Sputnik Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê diyar kir, di vê çarçoveyê de hevdîtinên kurdan bi hikûmeta Sûriyê re xwedî girîngiyeke taybet in.

 

Zaxarovayê li civîna heftane ya rojnamevanî got, “Dawiya Kanûna 2018an Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê ji Sûriyê vekişin. Di vê çarçoveyê de diyaloga kurdan a bi hikûmeta Sûriyê re xwedî girîngiyeke taybet e.  Lewra wekî me gelek carên din jî gotiye, kurd beşeke girîng a civaka Sûriyê ne û heger herêmên di destê kurdan de bikevin jêr kontrola hikûmeta Sûriyê, dê metirsiyên ewlekariyê yên cîranên Sûriyê jî ji holê rabin.”

 

Zaxarovayê dubera da zanîn ku divê herêmên Amerîka jê derkeve bikevin kontrola hikûmeta Sûriyê. Berpirsên PYDê û YPGê jî amaje bi wê yekê dikin ku ew beşek in ji Sûriyê û bang li rejima Esed dikin ku bê li bajarên kurdan bi cî bibe.

 





2323 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad