English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-13 [02:34 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berpirsekî PDKê dibêje, 10 gundan kurdan li deverên Sihêla û Zumar yên Mûsilê hatine avedankirin û beşek mezin ji xelkê wan gundan vegeriyane gundên xwe.

Berpirsê PDKê li bajarokê Zumar yê Mûsilê, Azad Badû ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, piştî ku pêgeha Pêşmerge li deverên Sihêla û Zumar bihêz bû, aramî û ewlehiya wan deveran zêdetir bû. Ji ber wê jî dest bi avedankirina wan gundên ku ji ber şer vala û wêran bibûn, hat kirin.

Azad Badû daye zanîn, ji 18 gundên kurdan li wê deverê 10 gund hatine avedankirin, çend gund jî di destê Heşda Şeibî de ne. Xelkê wan gundên ku hatine avedankirin, vegeriyane gundên xwe.

Wî berpirsê kurd bang li Bexdayê kiriye, gundên ku ji ber şer wêran bûne nûjen bike da ku xelkê wan gundan ji kampan derkevin û vegerin gundên xwe.

 





2611 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad