English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-13 [01:33 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Li bajarê Kirman yê Îranê, karmendekî şaredariyê du zarokên gulfiroş neçar dike gulên xwe bixwin!

Di medyaya civakî de vîdeoyek hatiye belavkirin ku tê de zilamek, bêyî ku sebeba wê yekê eşkere bike, gulan bi du zarokên biçûk dide xwarin. Ew zilam him xebera dibêje wan him jî bi hêrs ji wan re dibêje: Hemiyan bixwin!

Li gorî agahiyên ku li ser wê rûdanê hatine belavkirin, ew rûdan li bajarê Kirman yê Îranê qewimiye. Ew zilamê ku wan zarokan neçar dike gulan bixwin, karmendê şaredariyê ye û ew zarok jî gulfiroş bûne.

Piştî belavbûna wê vîdeoyê, ew dîmen rastî nerazîbûnek mezin ya welatiyan hat, ji ber wê jî şaredarê Kirmanê xemgîniya xwe aniye ziman û komîteyek bo lêpirsîn û şopandina wê rûdanê pêk aniye.

Şaredar daye zanîn ku ew karmendê şaredariyê jî ji kar hatiye dûrxistin.





2422 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad