English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-09 [08:20 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Piştî biryara vekşîna Hêzên Amerikayê ji Sûriye, desthilata Şamê yekem car daxûyaniyek liser pêwendiya xwe ligel kurdan ragihand.

Îro Cîgirê Wezîrê Derve Yê Sûriyê Feysel Miqdat ragihand ku ti bijardeyek din ji derveyî pêwendiyê ligel kurdan nîn e.

Bi vî awayî desthilata Şamê da diyarkirin ku piştî biryara vekşîna Hêzên Amerika ji Sûriye, ligel kurdan dinav pêwendiyê de ne.

Herwiha Miqdat got ku bi berçavgirtin a helwêsta êrîşkar a Tirkiye pêwendiyên ligel aliyên kurdî dîsa hatine zindî kirine.

Berî hefteyekê hatibû ragihandin ku bi navbeynkariya Rûsyayê pêwendî dinan Rêvebiriya Xweser û Hukimeta Şamê de pêk hatiyê. Berpirsên TEVDEM û PYDê bang li Şamê kiribûn ku dijî êrîşên Tirkiyê biwestin bajarên kurdan biwestin. Herwiha bi wê armancê rejima Sûriyê hinek hêzên xwe ber bi bajarê Menbicê ve şandibûn.





2422 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad