Hewlêr (ZNA) - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di daxuyaniyekê de daxwaz ji Serkirdeyên YNKê kir ku, Ala Kurdistanê li ser baregehên xwe li Kerkûkê bînin xwarê.
Nivîsingeha Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di daxuyaniyekê de wiha ragehadn: "Adil Ebdulmehdî pêwendî bi Berhem Salih û Serkirdeyên YNKê re kiriye daku, Ala Kurdistanê li ser baregehên xwe yên li Kerkûkê bînin xwarê."
Herwiha tekez kir ku, baştirîn rêk bo bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê ew ye ku, pirsyarê ji dadgeha fedral bikin berî bilindkirina Alê gelo ew pêngav destûrî ye ya na eger em dixwazin rêzê ji destûrê re bigrin.
2479 car hatiye dîtin |