English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-09 [05:55 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo kiriye.

Îro 09.01.2019an çarşem Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo û şanda pê re civiya.

Di civînê de pêşhatên dawî yên deverê, bihêztir kirina têkiliyên du alî yên di navbera Kurdistan û Amerîkayê de, prosesa siyasî ya li Îraqê û herwiha mekanîzima pêşde birina hemahengiya navbera her du aliyan ji bo pêşî girtin ji dubare serhildana terorîzimê hatin nîqaşkirin.

Di berdewamiya civînê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî hemahengî û hevkariyên navbera Amerîka û Kurdistanê yên di şerê dijî terorê de bi ezmûneke serkeftî wesif kir û behsa rêkeftina jihev fêm kirinê ya navbera Amerîka û Kurdistanê yaku beriya niha bo şerê dijî DIŞIê hatibû îmzekirin Mesrûr Barzanî xwesteke Kurdistanê bo îmze kirina rêkeftineke din ya ji hev fêmkirinê bo pêvajoyên piştî DIŞIê, di navbera Kurdistan û Amerîkayê de diyar kir û anî ziman ku lazime ev rêkeftina han warên hevkariyên teknîkî, reformên abûrî û ewlekarî li xwe bigire.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa pêvajoya nû ya têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û anî ziman ku destûr bingeh û serçaveya yekane ya çareseriya hertimî ya tevahiya kêşeyane.

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Barzanî dilgiraniya xwe anî ziman û hêviya vê yekê xwest ku bi çareseriya aştiyane, tevahiya eger û metirsiyên şerê wêranker werin jinavbirin.

Di berdewamiya civînê de wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo jî tekezî li ser berfiretir kirin û bihêztir kirina têkiyên navbera Amerîka, Kurdistan û Îraqê kir û pêbend bûna Amerîkayê jî ya bi parastina ewlekariya deverê diyar kir.

Pempeo rola Kurdistanê di şerê dijî terorîstan de bi roleke bi bandor wesif kir û xwesteka welatê xwe ya bo hemahengiya du alî ya bi mebesta pêşîgirtin ji serîhildana metirsiyên terorîzimê li deverê de diyar kir.

Pempeo herwiha kêfxweşiya xwe ya li hember pêşveçûnên heyî yên di têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kir û hêviya vê yekê xwest ku bilez derfeteke baş bo qonaxên avedan kirin û pêşdebirina seraserî were afirandin.

Pempeo herwiha hêviya serkeftinê jî ji bo Mesrûr Barzanî di Serokatî kirina kabîneya nû ya hiûmeta Kurdistanê de xwest û amadebûna welatê xwe jî bo bihêztir û berfiretir kirina têkilî û hevkarî û piştgîrî kirina zêdetir ya Kurdistanê diyar kir

 





2311 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad