English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-09 [05:43 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Yekîtîya Ewrupa (YE), Daîreya Îstixbarata Navxweyî ya Îranê ku girêdayî Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ye, xist lîsteya terorê.

YEyê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku di kêlîya dawî de rê li ber hin êrîşên Îranê yên li axa Ewrupa hatine girtin û da zanîn ku Konseya Ewrupa jiber wan planan dijî wî welatî tole ragihandine.

Daîreya Ewlekarî û Îstixbaratê ya Holanda dabû zanîn ku hin nîşan raber dikin ku di hin kuştinên li Hollanda yên sala 2015 û 2017an de tilîya Îranê heye.

Wezîrê Derve yê Holanda Stef Blog dîyar kir ku YEê ser pêşnîyaza welatê wî dijî Daîreya Îstixbarata Navxweyî ya Îranê û hin rêvebirên wê tole ragihandine û ew kes êdî nikarin serdana Ewrupa bikin.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Denmarkê Anderes Samuelsen jî aşkere kiribû ku wê YE dijî Îranê kar  bike û Wezareta Îstixbaratê ya Îranê ye bixe nava lîsteya terorê.

Di Îlona 2018an de hine mîlîtanên Îranê hewl dabûn berpirsên muxalafeta Îranê li Denmarkê terör bikin.





2404 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad