Hewlêr (ZNA) - Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragehand ku, çekdarekî DAIŞê li bajarê Reqayê xwe di xaleke pişkinînê ya HSD de teqan di encam de 5 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyekê de ku, li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan ragehand ku, çekdarekî DAIŞê êrîşî xaleke pişkinînê ya hêzên HSD kir û piştî derbarî nav xalê bû xwe teqand.
Li gor daxuyaniya rewangehê di encama wê teqînê de 5 kesan canê xwe ji dest da, yek ji wan şervanekî HSDê bû û 8 kesên din jî birîndar bûn.
2917 car hatiye dîtin |