English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-07 [02:08 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Parlamenterekî Hevpeymaniya Sedr radigehîne ku herkesekî ku serdana Îsraîlê bike, ewê wî ceza bikin.

Îro 07.01.2019ê parlamentere hevpeymaniya Saîrun Muzîr Xeziel ji çapemeniya Iraqê re ragehand, serdan kirina hemû hemwelatiyekê yan berpirsekî Iraqê bo Îsraîlê xiyanete li niştiman û ew her cure serdanekî bo wî welatî red dikin.

Muzîr Xeziel ku hevpeymaniya wan ji aliyê Muqteda El Sedr ve serokatiya wê tê kirin, amaje bi wê yekê jî kir, serdana Îsraîlê kirin ‘’Bi çi bahaneyekê ve dibe bila bibe em red dikin û emê wan kesan hemûyan ceza bikin ku serdana wî welatî kirine û dikin.’’

Ew daxuyaniya wî parlementerê ser bi hevpeymaniya Saîrun di demekê de ye ku roja 06.01.2019ê çapemeniya Îsraîlê ragehand, ku sê şandeyên Iraqê di dawiya sala 2018ê de bi fermî serdana Îsraîlê kirine.

Iraq wek piraniya welatên ereb û îslamî xwe wek dijminên Îsraîlê nasandiye û li gor Iraqê dewleta Îsraîlê li ser erdê Filîstînê hatiye ava kirin û dagirker e.





3040 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad