English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-07 [05:57 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê Serokkmariyê Tirkiyê Îbrahîm Kalin bersiv da Şêwirmendê Encûmena Ewlekariya Amerîkayê John Bolton û got: Îdiaya ku Tirkiye kurdan dike hedef derveyî aqil e. Hedefa Tirkiyeyê rêxistinên terorê DAIŞ û PKK/PYD/YPG ne."

Îbrahîm Kalin daxuyaniya nivîskî da û got ku mebesta têkoşîna terorê ya Tirkiyeyê, peydakirina ewlehiya neteweyî, garantîkirina aştî û îstiqrara herêmî ye.

Kalin got ku Tirkiye wê di têkoşîna terorê da bi mitefîqên xwe û welatên herêmê ra kordînasyonê bike, ewlehiya neteweyî kîjan polîtîkayê li ser ferz bike wê wan polîtîkayan bi biryardarî têxe rewacê.

Kalin diyar kir ku PYD û YPGya ku di bin kîsweya têkoşîna DAIŞê da hereket dikin tevgerên PKKê ne li Sûriyê.  

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê John Bolton aşkere kiribû ku heta peymana parastina kurdan di navbera Amerîka û Tirkiyê de pêk neyê wê Amerîka ji Sûriyê dernekeve.





2356 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad