English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-06 [02:33 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton dawî helwesta welatê xwe ya derbarê vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê aşkere kir.

John Bolton ku niha bi serdanekê li Îsraîlê ye û pirsa vekişandina leşkerên Amerîkî ji Sûriyê bi berpirsên wî welatî re guftûgo dike ragihand, helwesta Serokê Amerîka ew e, bê parastina Kurd li Sûriyê venakişin.

Da zanîn jî, ji bo wê armancê jî garantiyê ji Tirkiyê werdigirin û naxwazin ji piştî wan Tirkiye operasyona leşkerî li navçê encam bide û divê di wê derbarê de hemahengiyê bi Washingtonê re bike.

Serokê Amerîka Donald Trump di meha borî de biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû û di pêwendiyeke telefonî bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan re gotibû: “Em vedikişin, Sûriye ji te re ye.”

Tirkiye jî piştî wê biryarê anîna hêzên xwe ser sînorê Sûriyê zêde kir. Lê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo got: “Amerîka kar dike da ku Tirkiye nikaribe Kurdan bikuje.”





2557 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad