English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-06 [12:50 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Artêşa Trkiyê, li vê dawiyê, hin bingehên xwe yên leşkerî li devera Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê valakirin û bi cî hiştin.

Jîderên xwecihî ji BasNewsê re tekezkirin ku serbazên tirk, sê bihgehên leşkerî li herdû navçeyên Reco û Bilibilê valakirin û li şûn xwe hêştin, ango ew bingeh li ser çiyayên Cirqa û Hawarê, li derdora gundên Cirqa, Şêx û Çiyê dikevin û bi dirêjiya mehên bihûrî serbazên Tirk nedihêştin ku xelkên gundan vegerin ser malên xwe.

Herweha wan jêderan gotin ku j ibo avakrina wan bingehan, artêşa Tirkiyê bi sedan ji darên zeytûnê yên gundiyan hilkirine û li şûnê bingeh û tûnêl avakirine.

Tê zanîn ku artêşa Tirkiyê û herweha çekdarên opozîsiyona Sûriyê, hejmarek ji gund, dibistan û xaniyên welatiyan ji xwe re li deverê kirine baregeh û navedên leşkerî.     

 





2284 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad