Hewlêr (ZNA) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron di pêwendiyeke telefonî de rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.
Di daxuyaniyekê de Serokatiya Rûsyayê(Krmlenê) ragehand ku, Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron hevdîtineke telefonî pêkanîn, tê de proseya siyasî ya Sûriyê taybet jî komîteya pêkanîna destûra wî welatî gotûbêj kirin.
Herwiha daxuyaniyê da zanîn ku, herdu serokan amaje bi encamên rêkeftina lutkeya Stenbolê ya 27 meha Cotmehê di navbera serkirdeyên Rûsya, Almanya, Tirkiyê û Fransayê de kir.
Her di wê pêwendiya telefonî de pirsa Okranyayê yek ji babetên danûstandinê bû di navbera Putîn û Macron de.
2455 car hatiye dîtin |