Hewlêr (ZNA) - Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî daxwaz ji Serokê Amerîkayê Donald Trump kir eger diwêre bila bi aşkere li nava bajarê Bexda û Besrayê piyasê bike.
Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî serdana Serokê Amerîka Donald Trump bo Iraqê şermezar kir û got ku, serdana wî bi vî awayî nîşana şikestin û lawazbûna welatê wî ye.
Herwiha Ruhanî tekez kir ku, eger Trump biwêre bila di nava bajarê Bexda û Besrayê de piyasê bike û wê bibîne xelkê Iraqê çibkin.
Serokkomarê Îranê da zanîn ku, welatê wî dixwaze xelkê navçeyê di aştî û aramiyekê de bijîn û di bin desthilata hikûmeteke demokratîk ku, wa bi xwe hilbijartibe.
2674 car hatiye dîtin |