English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-02 [04:19 PM]


Serokê Amerîkayê hêvî dike, ku civîneke din ligel Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un saz bike.

 

Piştî nameya Kim Jong Un ku berî serê sala nû ji hikûmeta Amerîkayê re şandibû û têde amadebûna xwe bo civîna ligel Serokê Amerîkayê pêşan dabû, Donald Trump di Twittekê de bersiva Un da û ragihand ku çavê wî li wê yekê ye ligel Un bicive.

 

Trump di Twitta xwe de nivîsiye: "Çavê min jî li wê yekê ye ligel Rêber Kim bicivim ku baş dizane Koreya Bakur xwedî bingehekî aborî ya mezin e." Piştî civîna navbera Trump û Un di meha Hezîrana sala borî de li Sengapûrê, peywendiyên navbera Pyongyang û Washingtonê heta demekê aloz bûn û derbarê dosyeya etomî ya Koreya Bakur de, herdu aliyan hevdu bi wê yekê tohmetbar kirin ku sozên xwe neanîne cîh.

 

Rêberê Koreya Bakur di nameya xwe de hişyariyê dide Washingtonê û dibêje: "Eger Amerîka pêbendê sozên xwe nebe, wê demê em neçar dibin li rêyên din bigerin bo berevanîkirina li serwerî û berjewendiyên welatê xwe li rêyên din bigerin."





2395 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad