English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-01 [04:14 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevka Wezareta Berevaniya Amerîkayê, Dana W. White di serê sala nû ya 2019 de dest ji kar berda.

 

Medyayên Amerîkayê belav kirine, Dana White berî ku dest ji kar berde, ji aliyê Wezareta Berevaniya Amerîkayê ve lêkolîn pê re hatiye kirin.

 

White roja Duşembiyê bi rêya twîtekê dest ji kar berdana xwe ji posta berdevka Pentagonê ragihand.

 

Medyayên Amerîkayê ragihandine, ku dest ji kar berdana White têkilî bi kêşeyên navxweyî hebûye. Her li gor zanyariyan, Dana White ji ber bikaranîna desthilatên xwe bi şêweyekê nedirist, ji aliyê Wezareta Berevaniya Amerîkayê ve lêkolîn ligel hatiye kirin.

 

Îstifaya White piştî wê yekê tê, ku di meha dawî ya sala 2018 de, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis dest ji kar berda.





2404 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad