English | عربی | کوردی  
 
 
2019-01-01 [01:28 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar îro 1ê Çileyê çû serdana hêzên artêşa Tirkiyê yên li dor gora Suleyman Şah ku dikeve nav sînorên Kobaniyê.

Akar dema serdanê ragihand, “Artîya Tirkiyê ji bo şerê dijî DAIŞê bike, wezîfe û berpirsiyarî wergirtiye. Em ê vê di rojên pêş de, bi awayekî bi bandor bi cih werînin.”

Hêjayî gotinê ye, 24ê Kanûna 2018an Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêwendiya telefonî ya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de, piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê soza paqijkirin û têkoşîna dijî DAIŞê ji Tirkiyê standibû.

Trump di twîteke xwe de gotibû, “Erdogan soz daye bermayiyên DAIŞê ji Sûriyê paqij bike.”





2257 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad