Hewlêr (ZNA) - Hevpeymaniya Navdewletî ya bi serokatiya Amerîkayê di raportekê de hejmara wan kesên sivîl eşkere kir, ku di şerê li dijî DAIŞê de, di encama bombebarana balafirên wê hevpeymaniyê de canê xwe ji dest dane.
Di raporta Hevpeymaniya Navdewletî de hatiye, di navbera Tebaxa 2014 û dawiya meha Mijdara 2018ê de, Hevpeymaniya Navdewletî 31 hezar û 406 êrîşên esmanî pêk anîne.
Li gor raportê, di vê navberê de, hezar û 139 kesên sivîl bê bi awayekê şaş û bê mebest bi sedema bombebarana balafirên Hevpeymaniya Navdewletî de hatine kuştin.
Hevpeymaniya Navdewletî herwiha dibêje, ji wê dema ku dest bi erkên xwe kiriye û heta niha, wê hevpeymaniyê kariye li gel hevbeşên xwe yên li Iraqê û Sûriyê derdora 8 milyon kesan ji herdu welatan ji destê DAIŞê rizgar bike û herwiha rûberê navçeyên di bin destê wê rêxistina tundrew de bo %1ê rûberê berê yê di kontrola wê de kêm bike
Hevpeymaniya Navdewletî di Îlona 2014ê de bi serokatiya Amerîkayê hate avakirin û 79 welat û rêxistin endamê wê ne.
2377 car hatiye dîtin |