English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-31 [11:25 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Senatorekî Amerîkî dibêje, serokê Amerîka Donald Trump soza parastina kurdên Sûriyê daye û razî bûye hêzên Amerîkî “li ser hemdê xwe” ji Sûriyê vekişin ne bi lez.

Senatorê Komarî Lindsey Graham li ser rûpela xwe ya twîtterê ragihandiye, wî bi serokê Amerîka Donald Trump re li ser rewşa Sûriyê hevdîtin kiriye û hevdîtina wî û Trump jî “baş” derbas bûye.

Lindsey Graham daye zanîn ku wan li ser rewşa kurdên Sûriyê û metirsiyên vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê gotûbêj kirine û gotiye, Trump razî bû ku hêzên Amerîkî li ser hemdê xwe ji Sûriyê vekişin ne bi lez. Çimkî ew dixwazin: DAIŞ bi temamî were tinekirin, Îran ji valahiyê sûdmend nebe û hevpeymanên me yên kurd jî bên parastin.

Wî senatorê Amerîkî aniye ziman ku Trump dê li ser YPGê bi rayedarên Tirkiyê re jî biaxife da ku piştrast bibe ew êrişî YPG û kurdên Sûriyê nakin. Dibe ku di navbera her du aliyan de herêmeke tampon pêk were.

Bi nêrîna wî senatorî, şerê kurdan û Tirkiyê dê bi sûda Îranê be.





2329 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad