English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-30 [12:20 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî daxwaz ji Parlamentoyê kir ku, di rûniştina parlamentoyê ya bê de deng li ser kandîdên wezareta berevanî û navxwe nekeve bernameya karê parlamentoyê de.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî nivîsînek arasteyî Serokatiya Parlamentoya Iraqê kir û daxwaz kir ku, di rûniştina parlamentoyê ya bê de deng li ser kandîdên wezareta berevanî û navxwe nekin bernameya karê parlamentoyê de.

Di nivîsînê de Adil Ebdulmehdî radgehîne ku, heta niha pirsgirêka aliyên Şîe li ser diyarkirina wezîrê navxwe û aliyên Sunne li ser diyarkirina wezîrê berevaniyê yekalî nebûye.

Li gor tewafiqa aliyên siyasî yên Kurdistanî û Iraqê wezareta navxwe pişka Şîe ye û wezareta bergirî pişka Sunne ye û yek ji wezareta derve yan darayî divê kurd be.





2983 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad