English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-28 [04:27 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov ragihand ew çûna leşkereên Sûriyê bo nava Menbicê bi erênî dibîbin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov îro di presskonferansê da pirsên rojnamegeran yên derbarê Menbicê bersivand. Peskov li ser pirsa 'hûn bi derbasbûna artêşa Sûriyê bo Minbicê kêfxweş in yan?' got, “Helbet. Bêguman ev ji bo dabînkirina seqamgiriya rewşa Sûriyê gaveke erênî ye."

Peskov diyar kir ku berfirehbûna herêmên jêr kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê bêguman helwesteke pozîtîv e.

Îro Reutersê daxuyand ku PYDê û hêza wê ya leşkerî bang li rejima Sûriyê kiribûn ku bên parastina axa Sûriyê bikin beramber êrîşan de. Herwiha Fermandariya Giştî ya Sûriyê jî piştî vê daxuyaniyê ragihand, “Artêşa Sûriyê ji bo serweriyê li her bihosteke erda Sûriyê pêk bîne, bersiva banga gel (YPG) daye û bi erka xwe ya berpirsiyarane ketine bajarê Minbicê û ala xwe hildaye.”





2374 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad