English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-28 [03:06 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokkomarê Tirkiyê  Recep Tayyîp Erdogan der barê hatina leşkerên Sûriyê bo Minbicê axivî û got "Em dizanin ku Sûriye di nav hewldaneke psîkolojîk da ye."

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Stenbolê derbarê rewşa dawî li Menbicê û hatina leşkerên Artêşa Sûriyê bon ava Menbicê axivî. Erdogan aşkere kir ku ew dizanin ku Sûriye di nav hewldaneke psîkolojîk da ye.

Herwiha Erdogan aşkere jî kir ku armanca wan ew e ku YPG dersa xwe hilde û got ku di vê mijarê da em biryardar in û wiha axivî: “Em naxwazin Sûriye perçe bibe. Em dixwazin rêxistinên terorê yên li wir derkevin. Heger rêxistin derkevin hewcedarî bi me namîne."

Liser daxwaze PYDê îro yekîneyên rejima Sûriyê derbasî bajarê Menbicê bûn û ala Sûriyê li Menbicê bilindkirin.





2761 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad