English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-27 [02:53 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li serokwezîrê Vatîkan kardînal Pêtro Parolîn û şanda pê re kir.

Îro danê nîvro, Serok Barzanî li Pîrmam pêşwazî li serokwezîrê Vatîkan kardînal Pêtro Parolîn kir. Komek şêwirmendên hikûmeta Vatîkan jî pê re bûn.

Di civînê de, kardînal Parolîn silavê papayê  Vatîkanê Papa Firansîs gihand Serok Barzanî her wiha spasiya Barzanî û hikûmeta Kurdistanê kir ji bona hewandina penaber û koçberên mesîhî.

Serokwezîrê Vatîkan her wiha daxwaz kir ku cih û warê mesîhiyan û pêkhateyên din yên ku ji ber şer wêran bûne, ji nû de bên avedankirin da ku koçberên mesîhî û yên din bikarin vegerin ser cih û warê xwe.

Li ser pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî, kardînal Parolîn anî ziman ku ew hez dikin her du alî arîşeyên xwe bi diyalogê çareser bikin û ew geşbîn in jî dê wisa be.

Serokwezîrê Vatîkan behsa şerê terorê û DAIŞê jî kir û qedirzaniya Kurdistanê kir ku di şerê terorê de gelek qurbanî daye. Wî rayedarê Vatîkanê anî ziman ku divê ji bilî şerê serbazî, şerê îdeolojî jî li dijî terorê bê kirin da ku hizra terorê nemîne.

Barzanî jî spasiya Papa Fransîs kir ku jê re silav şandiye û ragihand, dema terorên DAIŞê êrişî Kurdistanê kiriye ji birayên mesîhî re gotiye ku qedera me yek e, yanê emê bi hev re bimirin yan jî emê bi hev re bijîn.

Serok Barzanî daxwaz ji hikûmeta Vatîkanê kir ku nehêle mesîhî êdî koçber bibin ji ber ku ev der welatê wan e, ji ber wê jî bila ti kes wan teşwîqî koçberiyê neke. Ew tiştekî xelet e.

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew bi çanda pêkvejiyana aştiyane ya li Kurdistanê serbilind in diyar kir, bila civaka navdewletî alîkariya koçber û pêkhateyên etnîkî û olî bike ji bo ku rewşa jiyana wan xweştir bibe.

Serok Barzanî li ser şerê terorê jî got, teror ji ber hinek sebeban derdikeve. Eger ew sebeb neyên ji navbirin tirsa wê heye terorek ji DAIŞê xirabtir derkeve.

Li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî Barzanî ragihand, Kurdistan her dem alîgirê diyalogê bûye. Gelê Kurdistanê ti carî şer nexwastiye. Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî kesekî lîberal e û alîgirê lihevhatin û çareserkirina arîşeyan e. Em jî piştevaniya wî dikin bo vê yekê.

 





3379 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad