Hewlêr (ZNA) - Serok Barzanî li ser biryara girtin û sizadana Dadgeha Kerkûkê ya di derbarê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî peyamek belav kir.
Ev jî naveroka peyama Serok Barzanî ye:
Biryara girtin û sizadana Dadgeha Kerkûkê ya di derbarê Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî bi tevahî siyasiye û peywendî bi babeta dadwerî û yasa ve nîne.
Rêbwar Talebanî li dijî binpêkirina destûr û yasayê rawestaye û wekî Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê berevaniyê li berjewendiyên pêkhatên bajarê Kerkûkê kiriye.
Ev cûre biryar bi tu awayekî xizmet bi rewşa siyasî û çareseriya kêşeyan nake û kêşe û giriftan kûrtir dike.
Her ji bo wê yekê, daxwaz ji dam û dezgehên federal û aliyên peywendîdar û Hikûmeta Federal dikim ku sînorek ji bo van cûre biryaran deynin ku siyasîne û xizmeta berjewendiya Iraq û kêşeyên Kerkûkê nake.
Mesûd Barzanî
26.12.2018
2233 car hatiye dîtin |