English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-26 [10:15 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê Amerîkayê Donald Trump li Iraqê ye û bi serbazên Amerîkî yê li Iraqê re civiya ye. 

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî nehenî serdana Iraqê kir û heta vegerê jî serdan nehat eşkere kirin.

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders ragihand ku Donald Trump û hevjîna Melenia Trump serdana şêwirmend û leşkerên Amerîkayê li Iraqê kirine. Hatiye zanîn ku Donald Trump û hevjîna wî Melenia Trump yekser serdana binkeya Eyn Esed a Amerîka li Enbarê kirine.  Herwiha Trump ti danûstendineke dîplomatîk ligeş ti alîyekî siyasî yê Iraqê pêk neanîye. 

Hatiye eşkerekirin ku Trump di serdana xwe de bo binkeya Eyn Esed gotiye: “ Wê gelek kes derbarê vekişîna ji Sûriyê weke min bifikirin. Plana me ya vekişîna ji Iraqê tineye.Bo ku em tiştekî li Sûriyê bikin belkî em Iraqê weke baregeh bikarbînin.

 Serokê Amerîkayê Donald Trump beriya bi hefteyekê aşkere kiribû ku wê hêza xwe ya leşkerî ji Sûriyê vekişînîn. 





2260 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad