English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-26 [07:57 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakaarova di presskonferansê da axivî û diyarkir ku cihên ku wê Hêzên Amerika jê derbikevin, divê bikevin kontrola hêzên rejîma Sûriyê.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova îro di konferanseke rojnemevanî da derbarê rewşa Sûriyê da axivi. Zakharova aşkere kir ku divê cihê ku hêzên Amerîkî jê derkevin vegerin ser rejim Sûriyê û hêzên rejimê li wan deveran bi cî bibin. Herwiha Berdevaka Rûsyayê Zakharova aşkere jî kiriye ku biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Sûriyê biryareke rast e.

Beriya bi hefteyekê Serokê Amerikayê Donald Trump biryar dabû ku hêzên Amerikayê ji Sûriye derkevin. Berpirsên HSD û PYDê jî derbarê vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê aşkere dikin ku ew dixwazin li şûna hêzên Amerîkî hêzên Rûsyayê yan jî hêzên rejima Beşar Esad bi cî bibin.





2338 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad