Hewlêr (ZNA) - Serokatiya Tirkiyê ragehand ku, bi armanca hemahingî di navbera Washington û Enqerê de şandeke serbazî ya Amerîkayê serdana Trikiyê dike.
Di daxuyaniyekê de Berdevkê Serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin ragehand ku, şandeke serbazî ya Amerîkayê bi armanca hemahingî di navbera Washington û Enqerê de derbarî vekişandina ji Sûriyê di heyama vê heftiyê de serdana Trikiyê dike.
Herwiha Berdevkê Serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin da zanîn ku, pêwendiya telefonî di navbera Serokê tirkiyê Receb Tayb Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump dîrokî bû.
Kalin got jî ku, ewê li ser şerê dijî DAIŞê li Sûriyê berdewam bin û ti kêmasiyê nakinê, herwiha tekez kir ku, derbarê vê yekê hemahingiya wanli gel Rûsyayê heye.
2341 car hatiye dîtin |