English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-24 [03:05 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron nîgeranbûna xwe ji vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê ragihand û li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li dijî DAIŞê şer dike got: “Ez bang li hemû kesan dikim, bila jibîr nekin ku em deyndarê wan in.”

 

Emmanuel Macron li paytexta Çadê bajarê N'Djamena di civîneke çapemeniyê de li ser biryara Donald Trump a vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê axivî.

 

Macron diyar kir: “Ez ji ber biryara hevpeymanê me yê Amerîkayê gelek xemgîn im. Em jiyana leşkerên xwe emanetî hevpeymanên xwe dikin, ji ber vê yekê divê hevpeyman pêbawer be. Dema mirov dibe hevpeyman, mil bi milê hev şer dike.”

 

 

Serokomarê Fransayê di axaftina xwe de pesnê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis da, ku piştî biryara Trump a vekişîna ji Sûriyê îstîfa kiribû. Macron derbarê James Mattis de got: “Her dem giringiya hevpeymanbûnê dianî bîra mirov.”

 

Emmanuel Macron li ser HSDê ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li dijî DAIŞê şer dike got: “Ez bang li hemû kesan dikim ku bila jibîr nekin em deyndarê wan in.”





2221 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad