English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-24 [01:26 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokê dezgeha destnîşankirina berjewendiyên Îranê Mehmûd Haşimî Şahrûdî ji ber nexweşiyê mir.

Îro danê sibê beşek ji medyaya Îranê ragihandin, serokê dezgeha destnîşankirina berjewendiyên Îranê Mehmûd Haşimî Şahrûdî, ku ji par ve li nexweşxanê hatibû razandin, mir.

Lê ajansa fermî ya Îranê, ÎRNA û hinek çavkaniyên din yên Îranî dibêjin, Şahrûdî nemiriye lê di komayê de ye û tenê malbata wî dikare mirina wî piştrast bike.

Şahrûdî, piştî mirina Elî Ekber Haşimî Refsencanî bibû serokê dezgeha destnîşankirina berjewendiyên Îranê. Sê sal bûn di wê postê de bû.

Şahrûdî beriya ku bibe serokê dezgeha destnîşankirina berjewendiyan, 10 salan serokê dezgeha dadweriya Îranê bû. Di wê heyamê de fermana mirina bi sedan girtiyên kurd da.

Mehmûd Şahrûdî sala 1948 li bajarê Necef yê Iraqê ji dayîk bibû. Demekî dihat gotin ku piştî Elî Xaminêyî, ewê bibe rêberê Îranê.

 





2341 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad