English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-23 [11:28 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 Serokê Amerîka Donald Trump di nûtirîn helwesta xwe de li ser dest ji kar berdana Nûnerê Serokatiya Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletî Brett McGurk dibêje: “Ez wî nas nakim”

Serokê Amerîka Donald Trump li ser Twittera xwe li ser Brett McGurk nivîsî: “Ez Brett McGurk nas nakim, ew ji aliyê Serok Obama ve di sala 2015an de hatibû destnîşankirin. Biryar bû di meha Sibata pêş de dest ji kar berda, lê wî niha dest ji kar berda.”

Duhî Nûnerê Serokatiya Amerîka yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk dest ji kar kişand û berî wî jî Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka James Mattis jî dest ji kar berda.

Biryara destberdana Brett McGurk û James Mattis piştî helwesta Donald Trump a vekşandina hêzên Amerîka ji Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tê.

James Mattis roja Pêncşemê 20 vê mehê nameya dest ji kar berdana xwe ji Trump re şandibû û diyar kiribû, ji ber nakokiyên di navbera wî û Trump li ser rêvebirina Amerîka de, ew dest ji kar berdide.  





2314 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad