English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-23 [10:05 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li Endonezyayê ji ber bahoza tisûnamiyê herî kêm 62 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar û wenda bûne.

Li giravên Sûmatra û Cava yên Endonezyayê bahoza tisûnamiyê rabû, di encamê de gelek kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Li gorî amarên fermî, herî kêm 62 kes ji ber tisûnamiyê mirine, derdora 600 kesan birîndar bûne û gelek kes jî wenda bûne.

Tê gotin ku bahoza tisûnamiyê ji ber aktîfbûna volkana Anak Krakatau qewimiye. Ji ber volkanê erd hejiyaye û erdhej jî bûye sebeba tisûnamiyê.

 





2998 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad