English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-21 [10:46 AM]

Hewlêr (ZNA) -


 

Piştî rojekê li ser biryara vekişandina hêza Amerîka ji Sûriyê Wezîrê Berevaniya wî welatî James Mattis dest ji karê xwe berda.

Di çarçoveya nameya dest ji kar berdanê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis de bo Serokê wî welatî donald Trump behsa nakokiyên xwe derbarê nerîn û helwestên Trump kiriye.

Herwiha di nameya Wezîrê Berevaniyê de jî hat gotin ku, divê Amerîka hevpeymanên xwe biparêze û rêzê ji wan re bigre.

Berî Pentagon nameya James Mattis belav bike Serokê Amerîka li ser rûpela xwe ya Tiwîterê belav kir ku, Wezîrê Berevaniyê dê dawiya meha Şûbata 2019 xanenişîn bibe.

Ji aliyê xwe ve çavdêrê siyasî Bextyar Îzet Dergelyî li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsî bû ku, dest ji karberdana James Mattis ji bo kurdan bû û biryara vekişndina hêza Amerîka ji Sûriyê.





2248 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad