English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-21 [10:12 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Îro berbanga sibehê li bajarê Silêmaniyê çîroknivîs û wergêrê kurd Reûf Hesen ji ber nexweşiyekê koça dawç kir.

Reûf Hesen yek ji çîroknivîs û wêrgêrên kurd bû li bajarê Silêmaniyê ji dayîkbûye û di salên şîstî de dest bi nivîsandinê kiriye, yekem pirtûka wî jî sala 1967 bi navê Gerdûn hat çap û belav kirin.

Piştî wê li gel Fûad Sirac û Selam Menimî pirtûkeke bi navê Çeger di sala 1973 çap û belav kir.

Nivîskar Reûf  Hesen kesekî rewşenbîr û çalak bû di warê nivîsa çîrok û wergerê de û derbarê vê yekê gelek berhemên wî hatibûn çap û belav kirin ji wan berheman jî Sibe bavê te tê, herwiha endamê Yekîtiya nivîskarên kurd liqê Silêmaniyê bû.

Reûf Hesen di heyama du salên borî de yek ji nivîskarên heftenameya Bas bû û hejmarek gotar û babet belav kirin.

Biryare termê wî îro bi beşdariya yekîtiya nivîskaran li bajarê Silêmaniyê bixakê were spartin.





3298 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad