English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-20 [10:15 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Piştî ku Qesra Spî ragihand, şerê li dijî DAIŞê derbasî qonaxeke din bûye û dest bi vekişandina leşkerên xwe kiriye. Tirkiye jî hêzên xwe li ser sînor kom dike.

Berdevka Koşka Spî Sarah Sanders bi daxuyaniyekê ragihand, DAIŞ berî 5 salan hêzeke mezin bû li Rojhilata Navîn, lê Amerîka DAIŞ têk biriye, lewma qonaxeke nû dest pê dike û Amerîkayê dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kiriye.

Sarah Sanders diyar dike ku serkeftina bi ser DAIŞê de nayê wateya bi dawîbûna Hevpeymaniya Navdewletî, yan bidawîkirina operasyonê wê.

Piştre Serokê Amerîkayê Donald Trump di twitterê de ragihand: “Me li Sûriyê DAIŞ têk bir, bicihkirina wê armancê sedema mana hêzên me li wî welatî bû.”

Nêzîkî du hezar leşker û şêwirmendên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hene, ku di şerê dijî DAIŞê de piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin. Tirkiye jî li dijî hemahengiya Amerîka û YPG ye.

Demek e Tirkiyê gefa destpêkirina operasyoneke leşkerî li ser rojhilatê Firatê dixwe, Artêşa Tirkiyê hêzên xwe li ser sînor kom dike.

Bi biryara Amerîka re jî, şandina hêzên Artêşa Tirk ber bi Rojavayê Kurdistanê û sînorê Sûriyê berdewam dike. Îro jî gelek alavên leşkerî, tank û otombêlên zirîpoş, ber bi navçeya Hatayê ve hatin şandin.

Berî rojekê jî, di çarçova bihêzkirina hêzên xwe li ser sînor, Tikiyê hêzeke taybet û wesayîtên leşkerî şande Kilîsê û li wir bicih kir.  

 





2272 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad