English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-19 [05:32 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Li gor rojnameya amerîkî ya The Wall Street Journal,  Amerîka amadekariyan dike ku bi temamî hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

 

Rojnameya amerîkî ya The Wall Street Journal îro çarşemê ji hin çavkaniyan belav kiriye ku rayedarên amerîkî piştrast kirine ku  Serokê Amerîkayê Donald Trump hevpeymanên xwe yên li bakurê rojhilatê Sûriyê agahdar kirine, plana wan heye amadekarî dikin ku hêzên xwe ji herêmê vekişînin.

 

Kanala CNN jî ragihandiye ku biryara vekişînê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve hatiye dayîn û ji hêzên welatê xwe re ragihandiye ku xwe ji bo vekişîna "bilez" amade bikin.

 

Herwiha Serokê Amerîka Donald Turmp di jî di tora komeleyatî di hesabê xwe yê twetterê da nivîsandiye ku wan rêxistina DAIŞê li Sûriyê şikenand û ji bo vê mebestê hêzên Amerîka li wî welatî hebûn.

Li gor ajansa Reutersê, ku ji çavkaniyeke serbazî ya Amerîka veguhestiye, di pêngaveke bilez de fermandariya serbazî ya Amerîka bi wê yekê hatiye spartin ku amadekariyan bike ji bo vekişandina tevahiya hêzên xwe ji bakur û rojhilatê Sûriyê.

 

Nêzîkî du hezar leşker û şêwirmendên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hene, ku di şerê dijî DAIŞê de piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin. Tirkiye jî li dijî hevahengiya Amerîka û YPG ye.

 

Biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji bakurê rojhilatê Sûriyê, piştî peywendiya telefonî ya navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hat.

 





2245 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad