Hewlêr (ZNA) - Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey ragihand ku bi agahdariya wan û Hêzên Sûriya Demokartîk (HSD), Pêşmergeyên Rojava ji bo hêminkirina rewşê çûne navçeyê.
Nûnerê Taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey di daxuyaniyekê de ragihand, Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
James Jeffrey li ser pirsa derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Roj bo Rojavayê Kurdistanê de diyar kir, ku bi agahdariya Amerîka û HSD, ji bo hêminkirina rewşê, Pêşmergeyên Rojava derbasî herêmê bûne.
Duh hatibû ragihandin ku hejmarek ji pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne, lê HSD û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ev yek red kiribûn.
Îro berpirsê Dosya Sûriyê di Wezareta Derve ya Amerîka de, piştrast kir ku pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Hêza Pêşmergeyên Roj, hêzeke leşkerî ya rahênankirî û perwerdekirî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye, ku hejmara wan bi hezaran pêşmerge ye û di şerê li dijî DAIŞê de roleke mezin lîstiye. Wê hêzê di berevanîkirina li Başûrê Kurdistanê de û herwiha şerê li dijî DAIŞê de çendîn şehîd û birîndar daye.
2419 car hatiye dîtin |