English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-17 [01:12 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan aşkere kir ku wî derbarê pêkanîna operasyonê bi Trump ra xeberdaye û bersiva Trump bo operasyona Firatê erênî bûye.

Serokkomarê Tirkiyê îro di merasîmeka taybet bi Mewlana li Konyayê axivî. Di merasîmê da Erdogan der barê operasyona li rojhilatê Feratê da got ew bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra axiviye û wiha dewam kir: "Çi dikin bila bikin me dev ji hedefên xwe bernedaye em ê dev jê bernedin jî. Em dizanin, dema ew vê tevgera bibiryar û serfiraz a welatê me dibînin har dibin."

Herwisa Erdogan destnîşan kir Serokê Amerîkayê Trump ji bo operasyonê bersîveke erênî daye û wiha got: "Hefta çûyî me bi fermî îlan kir ku em ê operasyoneke eskerî li rojhilatê Feratê bikin. Em bi birêz Trump ra jî li ser vê axivîn. Wî jî bersiveke erênî da. Niha em dişopînin. Heta li herêmê terorîstê dawîn bê berterefkirin, emê axên Sûriyeyê bihûst bihûst bigerin.Li ser xeta sînor a qasî 500 kîlomêtroyî bi taybetî bêyî ku zirarek li eskerên Amerîkayê bê li gor planên xwe em dikarin hema li Sûriyeyê dest bi operasyonên xwe bikin."





2314 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad