English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-17 [09:20 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di konferansekê de got, dema ku serokê Sûrî Beşar al Asad di hilbijartinên demokratîk de biserkeve emê pê re kar bikîn.

Îro Wezîrê Derve yê Tirkiye Meclut Çavuşoglu aşekere kir ku heger di hilbijartinan de Beşar Esed bi serkeve wê ligel wî kar bikin.  Li aliyê din jî Tirkiyê piştevana herî li pêşe ya hêzên opzisyona Sûrîye yên li dij rejîma Esed zêdetrî 7 salane şerê çekdarî dikin û bi sed hezaran kes hatine kuştin û mîlyonan kes derbeder bûne.

Rejîma Esed û malabata wî nêzîkî 50 salane li ser desthilatê ye li Sûriyê, bi rêya hêzên leşkerî desthilata xwe bi ser gelê wî welatî de sepandiye. Îran û Rûsya piştevaniya rejîma Esed dikin. Lê hêjî hin herêm li Sûriyê ji derveyî kontrola rejîma Şamê dane, hin herêmên bakur li jêr kontrola opozsyona dane ku Tirkiye piştevaniya wan dike û herêmên rojhilat jî li jêr kontrola kurdan e ku Amerîka piştevaniya wan dike.

Çavuşoglu dîsan got, ew weha difikirin ku serokê Amerîka Donald Trump lêkolîn dike û dixwaze ji Sûriyê derkeve.

Serokkomarê Tirkiyê zêdetir ji 7 sala ye aşkere dike ku ew êdî qebûl nakin Beşar Ese dli ser hukim bimîne desthilata Esed ne meşrû ye.





2353 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad