English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-16 [11:48 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li gor zanyariyên çapemeniya Tirkiyê berpirsên leşkerî yên Amerîkayê ragehandine ku hêzên HSDê û YPG di nav hêzên hevpeyman de ne û her êrîşek ji aliyê Tirkiyê ve li ser wan bê kirin, ew êrîş tê wateya ku êrîşe li ser Amerîkayê jî.

Berî çend rojan serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ragehandibû ku dê dinava çend rojan de êrîş û operasyona rojhilatê Firatê bidin destpê kirin û daxwaz ji Amerîka kiribû ku dest ji alîkarî dayîn û peyvendiyên li gel YPGê û HSDê berde.

Herwaha Yekitiya Ewropayê (YE) jî daxwaz ji Tirkiyê kir xwe ji yek alî çalakiyeke leşkeri ya li ser Sûriyê dûr bigre.

Berpirsa siyaseta derve ya YEyê Federica Mogherini bi daxuyaniyekî ragehand û daxwaz ji Tirkiyê kir, rewşa leşkeri ya Sûriyê aloz neke û xwe ji çalakiyên leşkeri yên dinava axa wî welatî dûr bixe.

Mogherinî ragehand: ‘’Armanca hemû aliyan şerê teror û jinavbirina DAIŞê û wegerandina seqamgiriyê ye bo Sûriyê. Bi vê têgehê ve em pêşbînî dikin desthilatdarên Tirkiyê jî xwe ji her pêngavekî ku bibe sedemê dûrketina wan armancan dûr bigrin.’’





2248 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad