English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-16 [11:06 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Tê gotin ku Amerîka hişyarî daye çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê ku eger di operasyona li dijî YPGê de alîkariyê bidin Tirkiyê, dê li wan bide!

Ajansa Anadolu ya Tirkiyê belav kir, piştî ku serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ewê di demek nêzîk de dest bi operasyonekê li dijî rojhilatê çemê Firatê bikin, rêveberiya Amerîkayê ji bo pêşiya wê operasyonê bigire, dest bi xebatan kir.

Wê ajansê diyar kir, rayedarên Amerîkayê ji çekdarên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê re peyam şandine û ji wan xwastine ku beşdarî operasyona leşkerî ya ku Tirkiye dixwaze li dijî YPG û rojhilatê Firatê bike, nebin.

Li gorî nûçeya Anadolu, Amerîkî di peyamê de dibêjin, kesên tevlî operasyonê bibin tê wê wateyê ku ew rasterast êrişî Amerîka dikin ji ber wê jî rastî bersivek tund bên.

Rayedarên Amerîkî bi kurtî peyayên Tirkiyê wiha hişyar kirine: "Dema Fîl şer dikin divê tu ji wê derê dûr bikevî!”





2338 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad