English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-13 [02:48 PM]

Hewlêr (ZNA) -


Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) di raporta xwe ya nû de hewldanên têkdana DAIŞê yên li dijî kurdên êzdî, bi taybet jî têkdana erd û bingehên kiştûkaliyê wek tewanê şer pênase kir.

Di raporta rêxistina Lêborîna Navdewletî tê gotin: ‘’DAIŞê baxên rez û fêkî şewitandine, bîrên avê bi qirêj û nefta reş ve tejî kiriye, herwaha pompeyên avê û tiştên elektrîkî yên xelkê hemû dizîne.’’

Herwaha hat ragehandin: ‘’Bandora wêranbûna bingehîn û zemînî yê navçeyên gund ên Iraqê bi awayeke berfireh hatiye piştguh kirin.’’

Herwaha di raportê de li gel wêran kirina bingehê kiştûkaliyê behsa dîl girtin û kuştina sedan kurdên êzdî jî hatiye kirin û tê gotin naha kurdên êzdî ti cîhekî wan nemaye ku wegerin û bicîh bibin. Zeviyên wan ên kiştûkaliyê jî hatine wêran kirin.





2215 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad