English | عربی | کوردی  
 
 
2018-12-13 [02:24 PM]

Hewlêr (ZNA) -


 Îro 13.12.2018ê şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li xwediya xelata Nobelê Nadya Murad kir.

Di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî ji ber wergirtina xelata Nobelê ya aştiyê, pîrozbahî li Nadya Murad kir û hêvî xwest bo gehandina belayên êzdiyan ji civaka navnetewî re û birînan bipêçê û dabîn kirina xizmetê û avedaniyê bo deverê hêza xwe bikarbîne.

Herwaha nêrînên xwe li ser parastin û rola êzdiyan wek beşek resen û qutnebûyî li gelê Kurdistanê ya di çarçoveya hikûmeta herêma Kurdistanê û bo rêgirtina li dubarebûna bûyerên heman awayî û amaje bi wê yekê jî kir ku bi alîkariya aliyên fermî yên peyvendîdar ve, kar dikin bo asayî kirina rewşa Şingalê û vekirina rêyan, ku xizmeteke zêdetir bigehe deverê.

Ji aliyê xwe ve Nadya Murad li gel spasiya Mesrûr Barzanî kir, ji ber ava kirina vê derfetê û bi hewarê çûna hikûmeta herêma Kurdistanê û parastin û alîkarbûna êzdiyan. Herwaha teqez kir ku hemû hewldanên xwe dê bide bo belayên êzdiyan bi giştî û bi taybet jî keç û jinên rizgarbûyên destê DAIŞê bibe pêş civaka navdewletî û bal bikşîne ser ku terorîstên DAIŞê bigehin cezayê xwe.





3007 car hatiye dîtin
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad